Erdogan dest bi serdanên xwe yên derve dike
Hewlêr (Rûdaw) – Seokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî ku di gera duyem a hilbijartinên serokomariyê de careke din hat hilbijartin, dest bi serdanên xwe yên bo derveyî welat dike.
Seokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gera duyem a hilbijartinên 28ê Gulanê de bo cara sêyemîn wek serkoomarê Tirkiyê hat hilbijartin. Piştî ku hat hilbijartin Erdogan dest bi serdana welatên cîhanê dike.
Di vê çarçoveyê de biryar e Erdogan yekem geşta xwe di 12ê Hezîrana 2023an de bo bakurê Qibrisê bike. Erdogan di vê geşta xwe de dê ligel Serokkomarê Qibrisa Bakur Ersîn Tatar û Serokwezîrê wê Unal Ustel bicive. Biryar piştî civînê jî Erdogan û Tatar civîneke hevbeş a çapemeniyê saz bikin.
Serokkomarê Tirkiyê piştî serdana bakurê Qibrisê, di 13ê Hezîrana 2023an de serdana Azerbaycanê jî dike û ligel hevtayê xwe yê Azerî Îlham Alieyev dicive. Piştî civîna Serokkomarên Erdogan û Alîyev şandên herdû welatan jî ku ji çend wezîr û berpirsan pêktên dicivin.