Li Kutahyayê erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan çêbû

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Sîmavê ya parêzgeha Kutahyayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan rû da.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) diyar kir ku erdhej saet 13:15an çêbûye.

Li gorî daxuyaniya AFADê kûrahiya erdhejê 7,71 kîlometre ye.

Heta niha li ser hebûn an nebûna xisarên erdhejê tiştek nehatiye gotin.