Erdogan serdana Azerbaycan û Qibrisa Bakur kir
Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî ragihandina kabîneya nû ya hikûmetê, serdana xwe ya yekem bo Azerbaycanê kir û piştre çû Qibrisa Bakur.
Recep Tayyip Erdogan li Bakuya paytexta Azerbaycanê ji hêla Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ve li Qesra Zagulbayê bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Erdogan di civîna çapemeniyê de ragihand ku peywendiyên Tirkiyê bi Azerbaycanê re bi ramana "du dewlet yek milet" berdewam in.
Recep Tayyip Erdogan amaje bi wê yekê kir ku bazirganiya di navbera herdu welatan de her ku diçe zêdetir dibe û di pişesaziya berevaniyê de peywendiyên navbera Tirkiye û Azarbaycanê ji bo wan giring e.
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev jî diyar kir: “Em dost û bira ne. Serdana ku piştî hilbijartinê Serokomar Erdogan bo vê derê kir, nîşaneya vê yekê ye.”
Herwiha Erdogan piştî ku serdana xwe ya Azerbaycanê bi dawî anî, çû Qibrisa Bakur û li paytexta wî welatî bajarê Lefkoşayê bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.