Hejmarek geştyarên Herêma Kurdistanê berê xwe didin Stenbolê

Stenbol (Rûdaw) - Li nav Tirkiyê bajarê Stenbolê ji bo ger û geştê yek ji navendên sereke ye. Li gorî amarên fermî, di 5 mehên ewil a sala 2022yan de derdora 5 milyon geştyar serdana Stenbolê kirine.

Di demên dawî de bi taybetî turîst ji bo geştyariya kirîn û firotin û tendurustiyê serdana Stenbolê dikin. Bi taybetî jî di cejnên olî de bi sedhezaran geştyarên ji welatên Rojhilata Navîn û ji Başûrê Kurdistanê bo betlaneyê serdana cihên ger û geştê yên Stenbolê dikin. Geştyar didin zanîn, ji ber binirxbûna dolarê Amerîkî li beramberî lireyê Tirkî Tirkiye ji bo wan dibe welatekî erzan û guncaw.

Parêzer Rewa Mihemed li gel hevjîna xwe ya mamoste Asoz Eşref û kurê xwe yê 3 salî Arîn ji bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ji bo betlaneya cejna qurbanê berê xwe dane bajarê Stenbola Tirkiyê. Ew bi malbatî ji bo nimêja Cejnê li Mizgefta Ayasofyayê eda bikin serê sibê zûtir berê xwe dane vê mizgeftê.

Malbata başûrî, plansazî dike ku bi maweya çend rojî li deverên geştyariyê yên Stenbol û bajarên derdora wê bigerin.

Geştyarê Başûrî Rewa Mihemed dibêje: “Tirkiye welatekî xweş e û kultura me nêzî hev e. Li Stenbolê em xerîbiyê nakşînin. Wekî ku em li Kurdistanê bin hîs dikin. Welatekî ji bo ger û geştê xweş e.”

Geştyara Başûrî Asoz Eşref Mihemed jî got: “Tirkiye bi keş û hewaya xwe welatekî zor xweş e. Me xwest ku em nimêja cejnê li mizgefta Ayasofyayê bikin.”

Her sal, bi taybetî jî di cejnên olî de bi sedhezaran geştyarên ji welatên Rojhilata Navîn û ji Başûrê Kurdistanê bo betlaneyê serdana cihên ger û geştê yên Stenbolê dikin. Li beramberî dolarê Amerîkî bênirxbûna lireyê Tirkî dibe sedem ku Tirkiye ji bo geştyarên biyanî yên Rojhilata Navîn bibe navendekê erzan û guncaw.

Geştyarê Başûrî Rifaî Silhedîn jî dibêje: “Li Tirkiyê halê hazir giranî heye. Ger bizanibin tu ji Tirkiyê yî biha cuda dikin. Lê bizanibin ku tu turist î bihayeke din dibêjin. Niha ji ber dolar Tirkiye gelek guncaw e.”

Di sala 2021an de 9 milyon geştyarên biyanî serdana Stenbolê kiribûn. Di 5 mehên ewil a sala 2022yan de jî derdora 5 milyon geştyar serdana Stenbolê kirine. Di demên dawî de bi taybetî turîst ji bo geştyariya kirîn û firotin û tendurustiyê serdana Stenbolê dikin. Sektora geştyariyê ji bo Stenbolê yek ji dahatên sereke ye.