Şarederekî din ê CHPyî hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Navçeya Şileyê ya Stenbolê yê CHPyê Ozgur Kabadayi hat desteserkirin.

Operasyon û girtinên li hemberî şaredariyên CHPyê berdewam dikin.

Tîmên Şaxa Tawanên Darayî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê îro li hemberî Şaredariya Navçeya Şileyê ya Stenbolê operasyonek da destpêkirin.

Di operasyonê de heta niha Şaredar Ozgur Kabadayi û hejmarek berpirsên Şaredariya Şileyê hatine desteserkirin.

Derbarê operasyona ser Şaredariya Şileyê de heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Di operasyonên li dijî şaredariyên CHPyê de heta niha 16 şaredar hatine girtin û Şaredarê Semsûrê bi “cezayê hepsa li malê” bi şertên kontrola edlî hat berdan.

Herî dawî 8ê Tîrmehê şaredarên Antalya, Edene û Semsûrê bi "hinceta gendeliyê" hatibûn desteserkirin û Şaredarên Antalya û Edeneyê ji kar hatibûn dûrxistin.