Parêzerê navdar Rezan Epozdemîr hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, parêzerê navdar Rezan Epozdemîr vê sibehê li mala xwe ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Hat diyarkirin ku Epozdemir bi bertîldan, sîxuriya siyasî û leşkerî û alîkariya ji bo Cemaeta Gulen tê tohmetbarkirin.

Di lêgerînên li mal û ofîsa wî de dest danîn ser materyalên wî yên dîjîtal.

Hat zanîn ku Epozdemir serê sibehê xwe amade dikir ku biçe Londonê û ji ber çar tohmetên cuda qedexe li ser pasaporta wî hat danîn û derketina wî ya derveyî welat hat qedexekirin.

Rezan Epozdemîr kurê serokê berê yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr e.