Kabîneya Tirkiyeyê dicive: Mijara serekî pêvajoya çareseriyê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê dê dibe li Enqereyê bi serokatiya bicive û mijara herî girîng jî pêvajoya çareseriyê ye.
Hikûmeta Tirkiyeyê dê sibe demjimêr 15:00î bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê bicive.
Di civîna kabîneyê de mijarên serekî pêvajoya çareseriyê û rûdawnên dawî û Konferansa Hisîça ya li Rojavayê Kurdistanê, peymana Azerbeycan û Ermenistanê ne.
Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê 8ê Tebaxê “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê” hat lidarxistin
Her wiha plana Îsraîlê ya dagirkirina Xezeyê û agirên daristanan jî di rojeve civînê de ne.
Erdogan dê piştî civîna kabîneyê civîneke medyayê li dar bixe û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.