Nacî Gorur hişyarî da: Nekevin malên xwe!
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Akademiya Zanistê akademîsyen Prof. Dr. Nacî Gorur da zanîn ku erdheja bi hêza 6,1 pileyan a li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê li ser Xeta Sîmavê çêbûye û hişyarî da welatiyan ku ji bo demekê nekevin malên xwe.
Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur ji ser ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û got:
“Niha li Alakir-Sindirgî/Balikesîrê erdhejeke bi hêza 6,1 pileyan çêbû. Erdhej li ser Xeta Sîmavê ye li ser beşa Sindirgiyê ye.
Xeteke erdhejê ya kêlekî ye û ber bi aliyê rastê ve diçe. Ev ne erdhejeke biçûk e, dibe ku xisar çêbibe.
Ez bawer nakim ku dê erdhejeke mezintir çêbibe. Ji bo demekê nekevin malên xwe!”