ENQERE - Hevjîna xwe kuşt û paşê xwe jî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîncanê ya Enqereya paytexta Tirkiyeyê, zilamekî piştî ku hevjîna xwe bi çifteyê kuşt, bi heman çekê dawî li jiyana xwe anî.

Li gorî agahiyan, di navbera A.M. û hevjîna wî Z.M.yê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş veguherî şer, A.M. bi tifingê gule berda hevjîna xwe Z.M. û paşê bi heman çekê xwe kuşt.

Li ser agahdarkirina welatiyên derdorê, polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku A.M. û Z.M. mirine.