Bêhn bi ser taxê ket, termên dê û zaroka wê hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê, Dursune Bîlgîliya 50 salî û keça wê ya 5 salî Havva Nur Anzerlî li mala xwe bi mirîtî hatin dîtin.
Li ser laşê dayîk û keça wê şopên birînên kêran hatin dîtin.
Ji ber bêhna nexweş hatin dîtin
Li gorî agahiyan, cîranan ji ber bêhna nexweş a ku ji daîreya qata sêyem dihat, polîs ji rewşê agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tendursitiyê, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.
Ji ber ku derî nehat vekirin, tîmên agirvemirandinê di pencereyê re ketin hundirê malê.
Tîman, Dursune Bîlgîlî û keça wê Havva Nur Anzerlî di nav xwînê de dîtin.
Di lêkolîna destpêkê de hat diyarkirin ku li ser laşên wan şopên derbên kêran hene.
Tîmên tenduristiyê termên dayîk û keça wê ji bo otopsiyê veguhastin Saziya Tiba Dadî.
Kurê wê winda ye
Hat zanîn ku Dursune Bîlgîlî ji hevjînê xwe cuda bûye û bi kurê xwe re li heman malê dijiya lê kurê wê ev demek e ne li malê ye.
Polîsan ji bo dîtina kurê malbatê dest bi lêgerînê kir û lêpirsîna derbarê bûyerê berdewam dike.