‘Lêpirsîna Bertîlê’ - Biryara danîna qeyûm û desteserkirina 20 kesan hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê di çarçoveya lêpirsîna “wergirtina bertîlê” de biryara desteserkirina 20 kesan hat dayîn.
Her wiha biryar hat dayîn ku li televîzyoneke Antalyayê qeyûm bê danîn.
Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê dest bi lêpirsînê kiribû û Serokê Şaredariyê Muhîttîn Bocek hatibû girtin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de ji bo 20 kesên din biryara desteserkirinê hat dayîn û li çend navnîşanan operasyon hat kirin.
Li ser Kanal Vyê qeyûm hat danîn
Li ser televîzyona “Kanal V”yê ya ku li wî bajarî weşanê dike jî qeyûm hat danîn.