Amara fermî ya kuştî û birîndarên teqîna Enqerê

10-10-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, di teqînên îro yên Enqerê de 30 kes hatine kuştin û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûne.

Îro li paytexta Tirkiyê, Enqerê, du teqînên bihêz çêbûn, di encamê de bi dehan kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser bûyerê daxuyaniyek da û ragihand, îro saet 10:04 li Enqerê û li cihê mîtînga ku ji aliyê komek saziyên sivîl ve hatibû organîzekirin, du teqînên çêbûn.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di teqînên han de ku nayê zanîn çawa çêbûne, herî kêm 30 kes mirine û 126 kes jî birîndar bûne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst