Li Îzmîrê belema koçberan binav bû: 4 kes mirin û 30 kes jî winda ne
Navenda Nûçeyan - Li perava navçeya Karaburun a Îzmirê belema koçberên neyasayî binav bû û 4 cinaze hatin derxistin û kesek jî hat xilaskirin.
Li gor berdest belema koçberên neyasayî têde bûn li perava Karaburunê noqî avê bû.
Di encama xebatên xilaskirinê de cinazeyê 4 kesan hat derxistin û jinek jî hat xilaskirin.
Li gor agahiyên jinika hat xilaskirin dayî, nêzîkî 30 koçberan winda hene û loma li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam in.