Li Stenbolê 51 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, di meşa ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat organîzekirin de 51 kes hatin desteserkirin.
Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û hejmarek bajarên Tirkiyê roja 9ê Cotmeha 2022an, bi mebesta “protestokirina 24emîn salvegera komploya li dijî Serokê PKKê Abdullah Ocalan”, çalakî hatin kirin û daxuyanî hatin dayîn.
Li navçeyên Kadikoy, Beyoglu û Esenyurtê yên Stenbolê jî piştî çalakî û daxuyaniyên medyayê, xwepêşanderan xwestin bimeşin lê li her sê navçeyan jî polîsan rê neda xwepêşanderan û meş asteng kirin.
Di navbera xwepêşander û polîsan de alozî derket û polîsan li Kadikoyê 19 kes, li Beyogluyê 23 kes û li Esenyurtê 9 kes desteserkirin.
51 kesên hatin desteserkirin ji bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Stenbolê hatin birin.
Her wiha li Amed, Riha û Geverê jî meşên protestoyê hatin astengkirin û li Amedê 50 kes û li Rihayê 5 kes hatin desteserkirin û li Geverê jî di êrîşa polîsan de lingê Parlamenterê HDPê Habip Eksik şikest.