Îdiaya 'Ocalan berdana Demîrtaş asteng dike': Heyeta Îmraliyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê li ser nivîsa rojnameger Ugur Ergan a li malpera Halk TVyê ku tê de hatibû îdiakirin "Ocalan berdana Demîrtaş asteng kiriye", daxuyaniyek da û ragihand ku ev îdia “ne rast e”.

Di daxuyaniya nivîskî ya Heyeta Îmraliyê de hat gotin ku di hevdîtinên wan ên bi Abdullah Ocalan re de ti nirxandinên bi vî rengî nehatine kirin.

Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wiha ye:

"Di nivîsa Ugur Ergan a li ser malpera Halktv.com.tr de ya bi sernavê 'Îdiaya ku Ocalan berdana Demîrtaş asteng kiriye', gotinên ku wekî yên Birêz Ocalan hatine pêşkêşkirin, rastiyê nîşan nadin.

Di hevdîtinên me yên bi Birêz Ocalan re ti nirxandinên bi vî rengî nehatine kirin.

Di dirêjahiya pêvajoyê de, beşek ji medyayê bi israr li ser tiştên nerast spekulasyonan dike.

Eşkere ye ku ev ti sûdê nade Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk.

Tenê sê roj berê, nerazîbûna Wezareta Dadê ya li dijî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nîşan da ku desthilatdarî çawa hiqûqê dike amûr.

Ugur Ergan jî pir baş dizane ku berpirsyariya berdewamkirina girtina neqanûnî ya Birêz Demîrtaş û hevalên me yên din ên ku di Doza Komploya Kobaniyê de girtî ne, ne ya DEM Partiyê û ne jî ya Birêz Ocalan e.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan gelek caran behsa pêwîstiya berdana Selahattîn Demîrtaş kiriye û hat tekezkirin ku divê Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên din ên Doza Kobaniyê demildest bên berdan.