Li Sakaryayê 2 leşker mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Akyaziyê ya Sakaryayê ya Tirkiyeyê 2 leşker di qezayeke trafîkê de mirin.

Li gorî agahiyan, îro otomobîleke cendirmeyan a bi plakaya sivîl û otomobîleke din li hev xist.

Di qezayê de 2 leşkerên bi navên Tacettîn Gun û Hakki Eryilmaz ên ku di otomobîla cendirmeyan de bûn li cihê bûyerê mirin.

Ajokar û rêwiyên di otomobîla din de jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniyekê de ragihand ku her du leşker li Fermandariya Cendirmeyan a Sakaryayê peywirdar bûn.