Li Balikesîrê erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê saet 05:48an bi hêza 4,5 pileyan erdhejek çêbû.

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), navenda erdhejê navçeya Sindirgi bûye û hêza wê 4,5 pile bûye.

Hat diyarkirin ku erdhej 13,25 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye.

Divê were gotin ku Sindirgi demên dawiyê gelek caran diheje.