Li Balikesîrê erd hejiya
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê bi hêza 4,9 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 21:20an çêbûye û hêza wê 4,9 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9,64 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.