Ehmed Turk: Ez jî dibim namzedê Şaredariya Mêrdînê

10-12-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk, ragihand, di hilbijartinên herêmî de dê bibe namzedê şaredariya Mêrdînê.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê û Hevserokê KCDê Ehmed Turk, diyar kir ku ew dê di hilbijartinên herîmê yên Tirkiyê de bibe namzedê şaredariya Mêrdînê.

Ehmed Turk da zanîn, BDP dê di hilbijartinan de piştgirya wî bike. Ehmed Turk ji ber cezayê xwe yê qedexbûna siyasetê nikare yekser tevlî BDPê bibe.

Turk destnîşan kir, ji bo ku bibe namzedê şaredariyê dê hilbijartin were sazkirin û wiha got: “Helbet ev kar wek pêşbirkê ye û emê jî tevlî vê pêşbirkê bibin. Li Mêrdînê nêzîkî 11 kesan dê bo namzediyê hevrikiyê bikin.”

Ehmed Turk derheqê berdana parlamenterê CHPê Mistefa Balbay û îhtimala berdana parlamenterên BDPê de jî axivî û diyar kir ku divê biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyê ya derbarê Balbay de bo rewşa hemû girtiyan were hesibandin.

Turk anî ziman ku eger Balbay ku bi 34 sal zîndan hatibû mehkûmkirin, tê berdan wê çaxê yên ku hê cezayê wan nehatiye dayîn û herî zêde 10 sal ji wan re tê xwestin jî divê bên berdan û wiha got: “Çimkî eger neyên berdan dê bibe sedema nerazîbûneke mezin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst