Dadgehê derbarê Yuksekdag de biryar da

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Enqerê biryar li ser berdewamiya girtina Hevseroka Berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag da.

Li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê îro 20emîn rûniştina keysa derbarê Hevseroka Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag birêve çû.

Jibilî parêzerên Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDPê Remziye Tosun, Meral Daniş Beştaş, Murat Çepnî, Zuleyha Gulum û parlamenterê serbixwe Ahmet Şik jî li dadgehê amade bûn û Yuksekdag jî bi rêya sîstema reng û deng (SEGBIS) beşdarî rûniştinê bû.

Hevseroka Berê ya HDPê di parastina xwe de amaje bi wê kir ku doza derbarê wê de hatiye vekirin, siyasî ye û got ku zilm neheqî û bêhiqûqî li hember wan tê kirin.

Yuksekdag behsa gotinên Serokomarê Tirkiyê ên derbarê Selahattîn Demîrtaş de jî kir û got, Erdogan rasterast destwerdanê di karşbarên darazê de dike û ferman dide û diyar kir, “Ev daxuyanî nîşan didin ku darizandin bi mebesteke siyasî tên kirin.”

Hevseroka Berê ya HDPê dibêje, “Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bihêztirîn rikanerên desthilata AKPê ne.”

Serokomarê  Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû, “Em nahêlin rê li ber Demîrtaş bê vekirin” û Yuksekdag jî got, ne Erdogan pêşiya HDPê vekiriye û tekez kir, “Me bend û dîwarên we hilweşandin û em dê dîsa hilweşînin.”

Herwiha Yuksekdag bibîr xist ku HDPê dengê 6 milyon kesan wergirt û got, “Eger li vî welatî mafê dadgehîkirine dadperwerane yê siyasetmedarên ku dengê zêdetir ji 6 milyonan wergirtine nebe, dê behsa kîjan mafê hemwlatiyan bê kirin! Ji xwe nayê kirin.”

Heyeta 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê jî biryar li ser berdewamiya zindanîkirina Fîgen Yuksekdag da û rûniştina din bo 24ê Sibata 2021an paş xist.

Hevseroka Berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag ji sala 2016an ve di girtîgehê de ye.