Li Edeneyê qeza, 18 birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê mînîbuseke karkerên çandiniyê ket coya avdaniyê û 18 kesên tê de birîndar bûn.
Minîbusa ku nasnameya ajokarê wê hîn nehatiye diyarkirin û karkerên çandiniyê tê de bûn, wergeriya û ket kanala avdaniyê.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, tîmên agivemirandinê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîman 18 kesên ku di mînîbusê de birîndar bûbûn derxistin.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr da ku werin dermankirin.
Hêzên ewlehiyê derbarê qezayê dest bi lêpirsînê kir.