Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Kedê (EMEP) raporên xwe radestî Parlamentoya Tirkiyeyê kirin.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) rapora xwe radestî Sekreteriya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
Rapor di çarçoveya xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de hatiye amadekirin.
Hat diyarkirin ku di raporê de pêşniyar û gavên pêwîst ên ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan cih digirin.
Rapor ji aliyê Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Koordînatora Komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê û endamên din ên komîsyonê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, Cengîz Çîçek, Celal Firat û Saruhan Oluç ve hat radestkirin.
Li gorî zanyariyan, rapora DEM Partiyê ji 99 rûpel û 6 beşan pêk tê û di raporê de nirxandin û pêşniyar cih digirin.
Li gorî agahiyan, CHP û EMEPê jî heman rojê raporên xwe radest kirine.
Tê çaverêkirin ku MHP û AK Partî jî di nava vê hefteyê de raporên xwe radest bikin.
Koma Yeni Yolê ya ku berê sernavên raporê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiribû, dê rapora xwe ya berfireh heta dawiya hefteyê radest bike.
Her wiha hat diyarkirin ku Partiya Yenîden Refahê jî hîn rapora xwe temam nekiriye û dê di nava yek heta du rojan de pêşkêş bike.
Tê pêşbînîkirin piştî ku partî raporên xwe pêşkêş bikin, dibe ku hefteya bê komîsyon bicive yan jî Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş bi koordînatorên koman re bicive û li ser amadekariyên rapora dawî gotûbêjan bike.
Biryar e piştî ku hemû aliyên siyasî yên di nav Komîsyonê de raporên xwe pêşkêşî Parlamentoyê kirin, ji encama wan raporan raporeke berfireh derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurdan bê amadekirin.
Paşê dê ji bo avêtina gavên yasayî yên pêvajoya çareseriyê pêşkêşî Desteya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê bê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse