Ocalan: Pêvajo di navbera bihuşt û cehenemê de ye

11-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, bi rêya şanda HDP-BDPê daxuyaniyek nivîskî da û derheqê pêvajoya aştiyê de got, ew niha “di navbera bihuşt û cehenemê” de ne û ji dewletê xwast, çarçoveya qanûnî ji pêvajoyê re çêbike. Ocalan her wiha operasyonên bertîl û gendelî wek “hewlên kûdetayê” li dijî dewletê bi nav kir.

Şanda BDP û HDPê ku ji wekîlên koma BDPê li Parlamentoya Tirkiyê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û cîgirê hevserokên HDPê Sirri Sureya Onder pêk dihat, îro (11.01.2014) danê sibê çûn girtîgeha Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Di vegerê de şanda han daxuyaniyek nivîskî ya Ocalan ji raya giştî re eşkere kirin.

Li gorî DÎHAyê, Ocalan di daxuyaniya xwe de jibilî pîrozbahiya sersala nû, li ser salvegera terorkirina her sê jinên endamên PKKê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan axifiye û gotiye, ew her sê jin wek sembolên xebata azadiyê ne û dê hesabê kuştina wan hetmen bê xwastin û bersiva herî baş û bihêz bo vê bûyerê serxistina pêvajoya aştî û çareseriyê ye.

Ocalan derheqê pêvajoyê de jî wiha gotiye: “Eger şer cehenem be wê çaxê aştî bihuşt e. me heta niha kariye nigekî xwe li cehenemê derxin lê nigê me yê din ji ber astengên heyî hê li navbera bihuşt û cehenemê yanê li erefê de maye…”

Rêberê PKKê di berdewamiya daxuyaniya xwe de aniye ziman ku divê êdî çarçoveyek qanûnî ji pêvajoyê re bê çêkirin ji ber ku ev rewşa niha heta hetayî berdewam nabe.

Abdullah Ocalan, bêyî ku nav bide, alozî û bûyerên vê dawiyê yên Tirkiyê ku di navbera hikûmet û Cemaeta Gulen de qewimîne, wek kûdetaya li dijî dewletê nirxand û ragihand, hinek hêzên derve û hundir dixwazin Tirkiyê dîsa bixin nav agirê kûdetayê ji ber ku ev 200 salên dawî Tirkiyê hertim di nav agirê kûdetayan de şewitiye û wiha got: “Lê emê nebin benzîna vî agirî û ligel hemû astengan emê li ser helwesta xwe rijd bin.”

Ocalan ji hikûmetê xwast ku divê îradeyek wêrek û bihêz derxe pêş ji ber ku takerêya derketina ji vê qeyran û nehîştina derfet û zemînên kûdetayê ev e.

Ocalan behsa kuştina rojnamevanê ermenî Hrant Dînk jî kir ku 19ê Çileya 2007an li Stenbolê hatibû terkirin û silavê xwe ji xebata wî re şand û da zanîn, dê bo salvegera kuştina wî nameyekê ji hemû ermeniyan re bişîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst