Yaşar Guler: Divê YPG û HSD şertên peymanan bêyî kêmasî bi cih bînin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bê şert û merc pêdiviyên peymanên bi hikûmeta Sûriyeyê re bi cih bînin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, doh li parêzgeha Kilîsê fermandariya sînor ziyaret kir û li wir bi leşkeran re civiya.

Yaşar Guler di axaftina xwe de bal kişand ser rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û têkiliyên bi birêvebiriya Şamê re.

"Divê bê şert û merc tevbigerin"

Yaşar Guler li ser xebatên tevlîbûna hêzên Rojavayê Kurdistanê got:

"Pêwîst e YPG û HSD bê şert û merc û bi temamî li gorî pêdiviyên Peymanên 10ê Adarê û 18ê Kanûna Paşîn tevbigerin.

Em destpêkirina xebatan erênî dibibînin û em li bendê ne ku pêvajoya entegrasyonê bi awayekî ku yekîtiya siyasî ya Sûriyeyê û prensîbên artêşeke yekgirtî xurt bike, pêk were."

Êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê

Guler amaje bi êrişên Êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li herêmên di bin kontrola HSDyê de jî kir û got:

"Artêşa Sûriyeyê bi operasyonên serkeftî qadeke berfireh ji endamên rêxistinê paqij kir, bi vî rengî rêxistin neçar kir ku agirbestê bixwaze û tevlîbûnê qebûl bike." 

Hevahengiya bi Şamê re

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê ragihand ku ew dê di mijara entegrasyonê de bi birêvebiriya Sûriyeyê re di nav hevahengiyeke nêzîk de bin û got:

"Ji niha û pê ve jî em dê rê nedin rîska herî biçûk a ku ewlehiya welatê me bixe metirsiyê.

Em dê hemû rûdanên li qadê bi baldarî bişopînin û piştgiriya birêvebiriya Sûriyeyê bikin. Ji ber ku parastina serwerî û yekparçebûna axa Sûriyeyê û avakirina pêkhateyeke ewlehiyê ya li ser bingeha 'dewletek û artêşek', ji bo ewlehiya mayînde ya sînorên me pir girîng e."