Dîlan Kunt Ayan: Di xwenîşandanên ji bo Rojava de 842 kes hatine desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayanê ragihand ku di xwenîşandanên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de 842 kes hatine desteserkirin û ji wan 118 kes hatine girtin.
Endama Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê û Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan doh li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî.
Dîlan Kunt Ayanê bal kişand ser xwenîşandanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên ku li dijî êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê hatine lidarxistin.
Dîlanê da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hinceta beşdariya wan xwenîşandanan 842 kes hatine desteserkirin ku ji wan 25 zarok in.
Bi gotina Ayanê ji kesên desteserkirî 118 kes bi biryara dadgehê hatine girtin û nêzîkî 200 kesan jî di dema desteserkirinê rastî şkenceya hêzên ewlehiyê hatine.
Parlamentera DEM Partiyê rexne li helwesta hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ya li hemberî xwenîşanderan girt û diyar kir ku heta niha derbarê tundiya hêzên ewlehiyê ti lêpirsîn nehatiye destpêkirin.
"Ma em dikarin behsa kîjan hiqûqê bikin?"
Parlamentera DEM Partiyê bal kişand li bêedaletiyê û got:
“Ez niha vê yekê ji we dipirsim, ma ev e pîvan? Hûn behsa çi dikin? Ma em dikarin behsa kîjan hiqûqa welat bikin? Ew qasî çavê we sor bûye ku hûn hatine rewşekê dikarin heta mirinê şkenceyê li mirovan bikin.
Binêrin ka we derbarê wê şkenceya giran a heta asta kuştinê yek lêpirsîn jî kiriye? Na.
Berevajî wê hûn pileya wan kesên ku şkenceyê dikin bilindtir dikin.
Ev tenê ne hejmar in û nîşaneya wê yekê ne ku bêdadiyê çar aliyên welat dorpêç kiriye.”