Heyeta Îmraliyê berî civîna bi Erdogan re daxuyanî da: Rojevên me yên girîng hene

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê ragihand ku rojevên wan ên girîng hene ku bi Erdogan re gotûbêj bikin.

Hevdîtina Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar a bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re dest pê kir.

Beriya hevdîtinê Mîthat Sancar û Pervîn Buldanê daxuyanî da.

Mîthat Sancar bal kişand ser rûdanên girîng ên li Sûriye û Tirkiyeyê û got:

"Pêşhatên girîng çêbûn. Hem li vir û hem jî li Sûriyeyê. Her wiha xebatên Komîsyona Parlamentoyê gihiştine qonaxa dawî.

Em dê van bi Birêz Serokkomar re gotûbêj bikin û helbet em dê nêrînên xwe parve bikin.

Pêşniyarên me hene, em dê wan pêşkêş bikin. Xebatên li ser raporta hevpar a Komîsyonê didomin û hîn xala dawî li ser vê mijarê nehatiye danîn."

Sancar diyar kir ku ew dê ji bo lihevkirina partiyan a li ser raportê çi ji destê wan were bikin û got, "Em difikirin û li bendê ne ku partiyên din jî heman helwestê nîşan bidin."

"Li cem raya giştî hêviyeke mezin heye"

Pervîn Buldanê jî bal kişand ser girîngiya hevdîtinê û got:

"Êdî pêvajo gihiştiye qonaxeke diyar. Di demekê de ku raporta Komîsyona Parlamentoyê derbasî qonaxa nivîsandinê bûye, li cem raya giştî hêviyeke mezin heye.

Di civîna ku em dê îro bi Birêz Serokkomar re bikin de rojevên me yên girîng ên li ser çawaniya meşandina pêvajoyê hene."

Li ser "Mafê Hêviyê" neaxivî

Mîthat Sancar li ser pirsa "Mafê Hêviyê" ya ji bo Abdullah Ocalan got:

"Em nekevin hûrgiliyan, em dê rûdanên heta niha yên têkildarî pêvajoyê û tiştên ku divê ji niha û pê ve werin kirin û mijarên di rojevê de gotûbêj bikin."