Erdogan IRA ji bo PKKê minak da

 

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan anî ziman Tirkiye di qonaxek girîng de ye û got divê PKK jî wekî IRAyê çekan deynê.

Recep Tayyip Erdogan  serdana Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) kir û bi Serokê YOKê Yekta Saraç re hevdîtin kir.

Erdogan anî ziman bi gotinan çek nayên danîn û derbarê pêvajoya çareseriyê de wiha got:

"Heke rêxistina terorê çekê dayne, li welatê me demokrasî, hiqûq û aramî wê çêbibe. Ev jî qonaxeke girîng e. Ev bi gotinan nabe. Ez hêvî dikim ku ev geşedanên dawiyê wek gotinan nemînin û werin kirin. Dewletê bi hikûmet û hemû saziyên xwe ve tişta ku ket ser milan kir û dike."

Erdogan wiha domand: “Li Irlandayê IRAyê got `Me çek binax kirin.` Jê hat pirsîn `Li kuderê we veşart?` Gotin me beton rijand ser. Dimenên wan jî nîşan dan. Li wê derê bawerî li IRAyê hat. Lê li cem me terorîst gavek wiha navêjin.”