Îro partiyeke nû li Tirkiyê tê ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Çarşembê Ali Babacan li Enqerê partiya xwe ya bi navê Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) bi fermî radighîne.

Piştî bidawîbûna amadekariyan, biryar e îro Çarçemê 11ê Adarê demjimêr 13:00ê merasîma ragihandina Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) ya bi serokatiya Ali Babacan li Hotêla Bilkent a Enqerê were sazkirin û programa partiyê bê ragihandin.

Duh Sêşemê di dengdanekê de Desteya Damezrêner a DEVAyê ku 90 kes in, bi tevahiya dengan Ali Babacan wek serokê giştî yê partiyê hilbijartin. Li gor bernameya partiyê, Babacan û endamên Desteya Damezrêner demjimêr 12:00 serdana ser gora damezrênerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk dikin.

Li gor daxuyaniya DEVAyê, serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul ligel Babacan peywendî daniye û pîrozbahî lê kiriye. Berî niha Babacan di programeke televizyonî de gotibû, ti postekî Gul di nav partiya wî de nîne û nabe jî, lê ji dûr ve bi ezmûna xwe piştgiriya wan dike û ew jî pê dişêwirin.

Ali Babacan kî ye?

Nîsana 1967an li Enqerê ji dayîk bûye

Master li Zanîngeha Northwestern a Amerîkayê temam kiriye

Endazyarê Pîşesazî ye

Yek ji damezrênerên AK Partiyê bû

Sê caran wek parlamenter hatiye hilbijartin

2005 – 2009 Serpereştiya civînên Tirkiyê ligel Yekîtiya Ewropayê kiriye

2002 – 2007 Wezîrê Aborî bû

2007 – 2009 Wezîrê Derve bû

2009 – 2015 Cîgirê Serokwezîr bû

Zewicî ye û bavê 3 zarokan e