ROJEVA TIRKIYÊ - Ava Behra Spî dikele
Stenbol (Rûdaw) - Ragêşiya di navbera Amerîka û Rûsyayê de li ser medya Tirkiye mijara sereke ye. Daxuyaniyên ku ji Pentagon û Trump û Rûsyayê tên ji aliyê medyaya vî welatî ve ji nêz ve tê şopandin.
Nivîskar û şirovekarên vî welatî jî li bersiva wê pirsê digerin bê ka wê helwest û rewşa Tirkiye di nava vê ragêşiyê de çibe?
Di wê demê de ku ew bersiv ji ali tû kesî ve nayê dayîn, di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî Efrîn dibe cihê niqaşan. Piştî ku Lavrov got divê Efrînê radestî Rejîma Sûriye bikin, Serokomarê Tirkiye Erdogan jî bi daxuyaniyekê bersiva Lavrov da. Erdogan got em bixwe dizanin ku em Efrînê teslîmî kê bikin û got ew jî ne meseleya Lavrov e.
Li aliyê din babeteke din ya balkêş jî mijara Fetullah Gulen e. Ew mijara ku 3 salin rojeva Tirkiye pê mijûl e, ji nû ve li televizyon û rojnameyan vedigere. Tevî ku meseleya Sûriye li ser rûyê cîhanê ewqasî deng vedide, li ser televizyonên Tirkiye bi piranî bernameyên di rojên dawîn de jî li ser FETOyê têne çêkirin. Tê gotin ku damara FETOyê ya krîpto di nava tevgerê de ye.
Yeni Şafak: Berê xwe dan şer
“Li rojhilatê Behra Spî ragêşiya mezin. Trump Fransa û Îngîltere jî dan hêla xwe û amadekariya wê yekê dike da ku rêjîma Esad bide ku li Xutaye qetliama kîmyawî pêk anîbû. Piştî ku kêştiyên şerî yên Fransa û Brîtanya berê xwe dan Sûriye, Rûsya jî pêngavek avêt û berê du kêştiyên xwe veguhest bo heman alî.”
Star: Hesabên wan cûda ne lê qurbanî yek in
“Ji bo lîstika qirêj ya li Sûriye, dest li ser tilîkêşê ne. Esad bi bahaneya ewlehiya Şamê qetliama kîmyewî dike. Rûsya û Îran ji bo berjewendiyên xwe yên li Sûriye Esad diparêzin. Amerîka dixwaze îmaja xwe ya ‘parêzvaniya PYDê’ biguhire. Brîtanya û Fransa dixwazin li ser maseyê cîh ji xwe re dabîn bikin. Ji bo van hemûyan jî divê zarokên Sûrî bimirin.”
Karar: Li Behra Spî dest li ser tilîkêşê ne
“Hovîtiya li Dûmayê, xeta tenik ya di nava hêzên sûper de anî asta şikestinê. Piştî ku Trûmp got, ‘emê lêxin’ li baregehên Amerîkayê elerma sor hate dayîn. Moskova ya ku dibê, ‘Emê biparêzin’ jî baregehên xwe xistin amadebaşiyê.”
Vatan: Li hemberî Esad operasyona 3 qolî
“Piştî komkujiya kîmyewî, Amerîka ya ku gotibû emê lêxin, destroyereke xwe şand peravên Sûriye. Ji bo operasyona li hemberî Esad bi piştgiriya Brîtanya û Fransayê start hate dayîn.”
Mîlat: Nehlet li kujêran be
Rojname cîh dide gotinên Serokomarê Tirkiyê Erdogan ku ragihandibû: “Kî dibêje bila bibêje, ewên ku li Xutayê qetliama kîmyawî pêk anîn, ewê teqez berdêla vê yekê bidin. Erdogan ji bo Efrînê jî got: Emê diyarbikin da ku em Efrînê teslîmî kê bikin lê ne Lavrov.”
Yenî Asya: Bila dolaba İraqê li Sûriye dubare nebe
“Çekên kîmyewî ji bo İraqê jî weke behane hatibûn nîşandan lê piştre nebûna wan hate îtirafkirin. Heman îdia vê carê ji bo Sûriye di rojevê de ye.”
Aydinlik: Fuzeyên Trûmp ewê li Erdogan bikevin
“Alîgirîn Amerîkayê yên li Tirkiye, îdiaya çekên kîmyewî weke fersend bikar tînin û dest bi tevgerê dikin. Armanc ew e ku bi behaneya Esad, dostaniya di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de xira bikin.”
BîrGun: Xelk ji bo debarê bi fikar e ew ketine dû şer
“Amerîka, Fransa û Brîtanya jî girtin cem xwe û haziriya êrîşa ser Sûriye dike. Ên ku Tirkiye birêve dibin jî banga midaxaleyeke Amerîkanî dikin. Di nava vê mij û moranê de Lîreyê Tirikye heliya, dolar bû 4.13 lîre.”
FETO ji nûve dibe manşeta Tirkiye
Piştî demeke dirêj ku rojev bi Efrîn, hilbijartin û çend babetên din dagirtîbû ji nûve nîqaşa FETOyê li manşetên Tirkiye vedigere.
Mîllîyet: 3 Paketên din hatin
“MİT berdewam e li ser operasyonên li hemberî FETOyê ên li Efrîqayê. 3 serkirdeyên rêxistinê ji welatê Gabon hatin girtin û li Tirkiye hatin veguhestin.”
Yenî Bîrlîk: FETO li hemberî FETOyê
“Rêxistina terorî FETO, piştî kulmên ku bi ji 15ê Temûzê vir ve xwerine, rola serkirdeyê xwe Fetullah Gulen dinirxîne.”
Turkiye: Li nava raya giştî testa sîxuran
“Li hemberî dizî ya FETOyê ya dizîna agahiyan tedbîr têne wergirtin. Ewlehiya sîber hate zêdekirin. Wê rê li ber veguhestina agahiyên navxweyî bê girtin da ku neçin derve.”
Akşam: Di jûra panîkê de dijî
“Televizyoneke Fînî ragihand ku Fetullah Gulen cihê xwe guhertiye û li maleke biçûktir ya di hundirê wê baregehê de dimîne.”
Ortadogu: Damara Krîpto ya FETOyê Aktîf e
“Serokê MHPê Devlet Bahçelî ragihand ku piştî wê bûyera li Eskîşehîrê xuya dibe ku damara krîpto ya FETOyê aktîf bûye.”
Dîrîlîş Postasi: Wê dor were van jî
“Piştî operasyona li Kosovayê ku 6 FETOcî bo Tirkiye hatibûn pakêtkirin, vêcarê jî li Gabonê operasyoneke MİTê pêk hat û 3 FETOciyên din bo nava welet hatin pakêtkirin.”
Lîre dihele
Lîreyê Tirkiye li hemberî dolar û Eûro bihayê xwe jidest dide.
Cumhuriyet: Helîna tirsnak di Lîre de
“Tevî hemû tedbîr û bergiriyan rê li ber helîna Lîre ya li hemberî Dolar û Euro nayê girtin.”
Akît: Ên ku em li çiyan lê digerin li Ewropayê ne
“Serokomar Erdogan got, ku ewên ku em li serê çiyan li wan digerin, li kuçe û kolanên Ewropayê rastî me tên. Em ji vê yekê bêzarbûn.”
Mîllî Gazete: Gelo Petrola Bakûrê İraqê bi ser Tirkiye re diçe îsraîlê?
“Rapora bi navê Lêkolîna Têkiliyên Navdewletî ya Qahîre ku ji aliyê Zankoya Emerîkî ya Qehîreyê ve hatiye amadekirin, agahiyên balkêş cî digirin. Li gori Ellen Wald, tankêreke ku petrola ku ji aliyê Rêveberiya RHKê ve hatiya şandin li xwe barkiriye, ji nişkê ve ji radarê derketiye û piştre jî li lîmana Askelon ya Îsraîlê xuya bûye.”