Dema Tirkiyeyê diqede: Parêzerên Ocalan ji bo 'Mafê Hêviyê' ketin nava liv û tevgerê

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Abdullah Ocalan ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwest ku li dijî Tirkiyeyê "pêvajoya binpêkirinê" bide destpêkirin.

Ev daxwaz di demekê de ye ku ew dema Konseyê dabû Enqereyê ku li ser "Mafê Hêviyê" gavan biavêje, meha Hezîranê bi dawî dibe.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdaneke nû pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.

Serlêdan li ser "Mafê Hêviyê" yê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên ku cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî wergirtine hat kirin.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku hikûmeta Tirkiyeyê li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di doza "Ocalan hejmar 2" de heta niha ti gavên berbiçav neavêtine.

Her wiha daxwaz hat kirin ku ev mijar di civîna 1537an a komîteyê de bi lez were nirxandin.

"Tirkiyeyê ti guhertin nekirine"

Parêzeran bal kişand ser wê yekê ku tevî derbasbûna zêdetirî 12 salan a di ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re, Tirkiyeyê li ser tedbîrên giştî ti guhertin di yasayên xwe de nekirine.

Ji ber vê yekê, parêzeran xwest ku li gorî xala 46/4 a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê li dijî Tirkiyeyê "pêvajoya binpêkirinê" were destpêkirin.

Sedema vê daxwazê jî ew e ku Tirkiye biryarên dadgehê bi cih nîne.

Her wiha hat xwestin ku ew nîşaneya hişyariyê ya ku ji bo Tirkiyeyê hatibû amadekirin were nûkirin û bi awayekî zelal ji raya giştî re were ragihandin.

Banga li hikûmeta Tirkiyeyê

Di beşeke din a serlêdanê de, parêzeran bangî hikûmeta Tirkiyeyê kir, bêyî ku ti cudahiyan bixe navbera tawanên hatine kirin, yasayên berdanê li gorî pîvanên navneteweyî sererast bike.

Hat diyarkirin ku divê hemû ew yasayên ku li pêşiya berdana girtiyên cezayê heta hetayê yê girankirî dibin asteng bên guhertin da ku bingeha hiqûqî ya "Mafê Hêviyê" were avakirin.

Parêzeran tekez kir ku ev pirsgirêk êdî bûye mijareke ku rasterast bandorê li baweriya pergala hiqûqî ya Ewropayê dike.

Dema Tirkiyeyê diqede

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Îlona 2025an ev mijar xistibû rojeva xwe.

Komîteyê heta meha Hezîranê dem dabû Tirkiyeyê ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a li ser girtiyên cezayê heta hetayê yê girankirî bi cih bîne.

Niha çav li biryara nû ya Konseyê ne ka dê li hemberî vê helwesta Enqereyê çi gavên dîplomatîk û hiqûqî biavêje.