ÎHD: Lazim e bi pêvajoyê re hemû girtiyên nexweş bêne berdan
Stenbol (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan ragihand ku divê bi pêvajoya nû re hemû girtiyên nexweş bêne berdan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 20emîn kongreya xwe ya Şaxa Stenbolê li dar xist û rêveberiya nû hilbijart.
Tê çaverêkirin ku piştî eşkerekirina encamên kongreya xwefesihkirina PKKyê, pêvajoya heyî ya li Tirkiye û Bakur derbasî qonaxeke nû bibe.
Di vê heyamê de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku ev 40 sal in têkoşîna mafên mirovan û aştiyê dide kongreya xwe ya Şaxa Stenbolê li dar xist û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.
Berpirsên ÎHDyê dibêje lazim e dewlet peymanên navneteweyî bi cih bike û di serî de girtiyên nexweş hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Her wiha Dayikên Şemiyê ku ev 30 sal in li pey edaletê ne, dixwazin bi pêvajoyê re aqûbeta xizmên wan bêne eşkerekirin û failên wan bêne darizandin.
Di pêvajoyê de yek ji pêngavên ewil ku ji dewlet û hikûmetê tê hêvîkirin berdana girtiyên nexweş dûv re jî hemû girtiyên siyasî ye.
Li gorî rapora ÎHDyê hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku rewşa 335 girtiyan dijwar e.
Mafnas dixwazin ku girtiyên nexweş ji girtîgehan bêne berdan û pêvajo di zemîna hiqûqî û demokratîk de bê meşandin.
“Pêwist e yasaya li dijî terorê bê rakirin”
Hevseroka ÎHDyê Eren Keskînê got:
Lazim e Komara Tirkiyeyê li gorî peymanên navneteweyî ku îmzeya avêtiye tevbigere.
Lewra li gorî wê tevnagere, tim binpê dike. Divê bi pêvajoyê re hemû astengiyên li pêşiya dûv re hemû girtiyên siyasî bêne berdan.
Dîsa pêwist e yasaya li dijî terorê bê rakirin. Lewra yasaya li dijî terorê hiqûqa dijminatiyê ye.”
“Barê mafê mirovan barekî giran e”
Rêveberê Şaxa Stenbolê ya ÎHDyê Bilal Yildiz jî got:
“Barê mafê mirovan barekî giran e. Em jî dizanin ku di vê heyamê de dê barê me girantir bibe.
Lewra pêvajoya aştiyê li pêşiya me ye. Em ê dengê xwe bilind bikin ku ev aştî di demekî zû de pêk were û di nava civakê de belav bibe.”
Piştî eşkerekirina encamên kongreya 12emîn a PKKyê dê pêvajo derbasî qonaxa nû bibe.
Dayikên Şemiyê ku ev 30 sal in li pey edaletê ne, dixwazin bi pêvajoyê re aqûbeta xizmên xwe yên ku di dema desteserkirinê de ji aliyê dewletê ve hatibûn windakirin û kuştin bêne eşkerekirin û failên wan bêne darizandin.
“Bila deriyên zîndanan vebe”
Dayika Şemiyê û Endama ÎHDyê Hanim Tosunê jî got:
“Em dixwazin di vê pêvajoyê de kongreya komeleya me bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê.
Em dixwazin bi vê pêvajoyê re deriyê zîndanan vebe, girtî nemînin.
Her wiha em dixwazin windayiyên me bêne dîtin, dewlet arşîva xwe veke û gorên wan eşkere bike.
Divê faîl û berpirsên kuştina wan jî derxe holê û mehkeme bike.”
Di çarçoveya pêngavên hikûmetê de tê çaverêkirin ku di rojên pêş de “pêşniyazyasaya înfazê” were rojeva parlamentoya Tirkiyeyê.