Sezaî Temellî: Em ji bo yasaya taybet bi hêvî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, destnîşan kir ku divê di çarçoveya rapora Komîsyona ku ji bo pêvajoya çareseriyê li Parlamentoyê hatiye avakirin de pêşniyara qanûnê bê amadekirin.
Temellî diyar kir ku ew daxwaz dikin ku ev yek di demeke kurt de pêk were.
Temellî anî zimên ku welatî li bendê ne ku bi guhertinên di Qanûna Înfazê û Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê de çareyek ji bêedaletiyan re were dîtin.
Rewşa girtîgehan û Pakêta 12emîn
Temellî bal kişand ser daxuyaniya Wezareta Dadê ya ku Pakêta 12emîn a Darazê maye meha Çiriya Pêşîn û got:
"Ez dikarim bibêjim, li gel wê bêedaletiya mezin a ku li hemberî girtiyên siyasî tê kirin, hêviya mehkûmên edlî jî gelekî zêde ye.
Dema em li amarên dawî yên Wezareta Dadê dinêrin, li girtîgehên Tirkiyeyê 421 hezar girtî û hikumxwar hene.
Li girtîgehan 421 hezar kes hene lê li derveyî girtîgehan jî 495 hezar kes bi serbestiya bikontrol jiyana xwe didomin.
Helbet di nav van de 126 hezar kes di bin şertên kontrola dadî de ne."
Temellî her wiha got, "Li aliyê din nêzîkî 4 hezar û 700 zarok li girtîgehan hene.
Ji ber ku li girtîgehan 120 hezar kes ji kapasîteyê zêdetir in, hêvî jî zêde ye.
Di demeke herî nêz de li bendê ne ku çareseriyek çêbibe."
Doza Kobaniyê û Selahattîn Demîrtaş
Temellî da zanîn ku di doza Kobaniyê de dadgeha îstinafê hîn biryar nedaye û got ku dadgehê di vê mijarê de gav neavêtiye.
Sezaî Temellî xwest ku Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê were berdan.
Pakêta 12emîn û yasaya taybet ji hev cuda ne
Rojnamegerekî ji wî pirsî bê dê pêşniyara qanûnê ya ku di çarçoveya rapora Komîsyonê de tê plankirin û Pakêta 12emîn a Darazê kengî werin Parlamentoyê?
Li ser vê yekê Temellî destnîşan kir ku pêşniyara di çarçoveya raporê de û Pakêta 12emîn a Darazê ji hev cuda ne.
Temellî got, "Hêviya me ya ji bo yasaya taybet didome.
Ji aliyê desthilatê ve hîn ti daxuyanî nîne, tenê daxwaz hene.
Hêviyan zêde dikin lê hîn pêşnûmeyek di destê me de nîne."
Sezaî Temellî wiha axivî:
"Têkiliya Pakêta 12emîn a Darazê û yasaya taybet bi hev re nîne.
Wekî ku hûn dizanin Pakêta 12emîn a Darazê mîna 11 pakêtên darazê yên din sererastkirinek li xwe digirt.
Loma jî têkiliya wê bi yasaya taybet û qanûna înfazê ya bi wê ve girêdayî re nîne.
Lê dîsa jî di raya giştî de derbarê sererastkirinên di Pakêta 12emîn a Darazê de hêviyek hebû.
Daxuyaniya ku Wezareta Dadê di vê derbarê de da, ew e ku dê meha Çiriya Pêşîn bê rojevê.
Lê hêviya me ya ji bo yasaya taybet didome. Hatibû gotin ku dê piştî cejnê be.
Ji cejna din re hema bêje kêmtirî 2 hefteyan ma. Loma jî hêviya me ya di vê mijarê de didome."