Mêhvan mazûvan dan ber kêran: Bav û kur mirin, dê birîndar e
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê mêhvanekî xwediyên malê dan ber kêran, bav û kur mirin, dê birîndar e.
Bûyerê şeva borî li navçeya Ortacayê ya Muglayê rû da.
Li gorî agahiyan, K.U. bi mêhvandarî çû malekê lê di navbera wî û malxweyê malê Menderes A., kebaniya malê Nesrîn A. û kurê wan Kivanç A. de nîqaş derket.
Piştî ku nîqaş gur bû K.U. bi kêrê êrişî mazûvanan kir.
Piştî ku agahî çû ji wan re polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê destnîşan kir ku malxweyê malê û kurê wî li cihê bûyerê mirine û termên wan veguhastin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Muglayê.
Tîman Nesrîna birîndar jî bi ambulansê bir nexweşxaneyê.
K.U. jî piştî bûyerê hat desteserkirin.