Dawet li wan bû jehr, 17 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Alacayê ya bajarê Çorumê yê Tirkiyeyê minîbuseke ku kesên ji dawetekê vedigeriyan tê de bûn wergeriya û di qezayê de 17 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku A.Î. diajot li ser rêya Çorum-Yozgatê li herêma Bendava Koçhîsarê wergeriya kêleka rê.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezayê de ajokar û rêwiyên bi navên Sedat Resulcan D, Azîz D, Mustafa D, Recep D, Şakir D, Yakup D, Seyît Ahmet Î, Erdal D, Kemal D, Kezban D, Osman D, Samet D, Gulhatun D, Mahîr D, Huseyin D. û Osman D. birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Alacayê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erol Olçok a Zanîngeha Hîtîtê.
Hat ragihandin ku kesên di minîbusê de ji bo dawetekê çûbûn Edeneyê û ji wir vedigeriyan Samsunê.