Enqere (Rûdaw) – Dê sêyemîn kongreya BDPê de navê partiyê hat guhertin bû “Partiya Herêman a Demokratîk-DBP”. Di kongreyê de hevserokên nû jî hatin hilbijartin.
Di sêyemîn kongreya asayî ya BDPê de ku îro li paytexta Tirkiyê, Enqerê, bi dirûşma 'Bi xweseriya demokratîk re em jiyana azad ava dikin' pêk hat, raporên xebatê û malî hatin xwendin û hatin erêkirin.
Piştre nav hat guhertin û navê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) bû Partiya Herêman a Demokratîk (DBP).
Emîne Ayna û Kamûran Yûksek jî wek hevserokên nû yên DBPê hatin hilbijartin. Hevserokên berê yên BDPê, Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bûn ku Demîrtaş niha hevserokê HDPê û Kişanak jî hevşaredara Amedê ye.
Di mijara guhertina amblemê de jî, ji komîsyonekê re erk hat dayîn, paşê rêveberiya nû ya Meclîsa Partiyê hat diyarkirin. Navên di vê lîsteyê de cih digirin wiha ye:
Meryem Adibellî, Salih Akdogan, Talat, Aktaş Sercan Aktaş, Sara Aktaş, Selçuk Akturk, Gulbahar Alpsoy, Hayrettin Altun, Çîmen Alturk, Berat Anli, Mehmet Arslan, Mehmet Ayhan, Fikriye Aytin, Gulîstan Balkaş, Yuksel Baran, Dîlan Bîlen, Îbrahîm Bîlmez, Berbal Bîrtek, Mîraz Bîzen, Ayşegul Çoban, Miraz Çalli, Melek Çetîn, Tûgba Çoban, Semra Demir, Pero Dundar, Cihan Ekin, Yahya Figan, Turan Genç, Mujdat Gur, Mehmet Guzel, Çimen Işik, Yavuz Karaoglu, Pelguzar Kaygusuz, Herdem Kizilkaya, Huseyin Koçuk, Firat Kuçukaslan, Sabahat Onar, Mekiye Ormanci, Dilek Ocalan, Zeynep Ozbeci, Omer Oner, Alican Onlu, Ercan Ozcan, Emine Ozmen, Adalet Polat, Sirri Sever, Şahabettin Sırma, Dilan Sonsuz, Sevda Subaşi, Xece Şen, Mazlum Tekdag, Felemez Tekel, Naim Turkoz, Menmet Sait Uçlu, Netice Vuran, Ozlem Yanat, Ramazan Yildiz, Bilnur Yildiz, Huseyin Yilmaz, Muhammed Zengin.
Lîsteya 16 cîgirên Meclîsa Partiyê jî wiha ye:
Mehmet Alçinkaya, M.Şirin Altay, Sami Baran, Îsmail Çelik, Îhsan Demir, Haci Geciken, Şakir Karataş, Ulaş Koparan, Kamil Mete, Faruk Saglam, Salih Sayaç, Sevtap Şehirli, Mehdi Tunç, Mustafa Uyguner, Cihat Uncu, Hasan Vuran.
Endamên Desteya Dîsîplînê ya Navendî jî ev in:
Ahmet Dogan, Sevim Dursun, Lutfiye Gurbuz, Mensur Işik, Mehmet Nuri Ozmen.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse