Stenbol (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê ya Tirkiyeyê xwarin û vexwarinên kurdî di sifreya fitarê de cihek taybet digrin.
Bazara Jinan a li taxa Fatihê ya Stenbolê meha remezanê ji bo welatiyên, ji aliyê xwarin û vexwarinê ve cihek bêhempa ye. Piraniyan esnafên wê derê ji bajarên kurdan ên weke Sêrt, Amed, Wan, Semsûr, Çewlîg, Mûş, Elîh, Mêrdîn û Rihayê çûne wê taxê.
Ji ber taybetiyên wê derê, jê re dibêjin “Kurdistana Biçûk”. Li Bazara Jinan cihê fergehên kurdî, kovar û rojnamevên kurdî zêden e.
Dema ku mirov li bazarê digere dibîne ku bandora kelûpelên Kurdistanê li wê derê gelekî zêde ye. Minak xwarin û vexwarin, cil û berg li wê derê piranî kurdî ne. Mirov bixwaze dikarê li wê derê penêr, mast, goşt û nivîşkê ji bajrên kurdên diçe, peyda bike.
Herwiha li bazarê, xwarina Sêrtê bûryan, kebaba Rihayê, şîrînayên Amed û Dîlokê jî hene.
Bazar, ji ber ku her roj hin welatî diçin serdana bajarê xwe dikin û ligel agahiyan nû vedigerin bûye weke rojanameyekê zindî.
Navê wê derê ji ku derê tê?
Li gorî hin çavkaniyan li herêmê serdema Osmaniyan de jin weke koleyan dihat firotin, navê wê bûye ji ber wê yekê bûye “Bazara Jinan”. Hin çavkaniyên din jî dibêjin ji ber ku piranî jinan li wê derê danûstandin dikir ew nav lê hatiye kirin.
Li bazarê cihekê ku herî zêde ji bo fitarê tê tercihkirin Sur Ocakbaşî ye. Li wê derê çigkofte bê goşt tê çêkirin û dewê wê jî di tasê de ye.
Xwarinpêjê Sur Ocakbaşiyê Ahmet Hoste ji Rûdawê re diyar kir ew kelûpelên xwarinê ji Amedê dibin. Ahmet herwiha got ji gelek welatên hin welatî taybetî diçin wê derê bûryanê dixwin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse