WÊNE - Serokê cemaeta oldar û ‘pisîkên’ wî hatine binçavkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Polîsên Tirkiyê îro danê sibê li hember Cemaeta Ednan Oktar operasyonek dane destpêkirin û li gel Oktar 235 kesên din hatine binçavkirin.
Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê îro danê sibê li hember Cemaeta Ednan Oktar operasyon da destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê, Ednan Oktar û hevrêyên wî bi tometa, “Avakirina rêxistineke tawankar, sîxoriya siyasî û leşkerî, destdirêjiya ser zarokan, destdirêjiya kesên nebaliq, revandina zarokan, gefxwarin, destdirêjiya ser azadiya takekes, bi riya bikaranîna ol û baweriyan xapandina mirovan, sextekarî, bêbextî, bertîlxwarin, eziyetdana kesan û dijitiya tekoşîna li hember tûndûtîjiya jinan û gelek tometên” din hatine binçavkirin.
Ednan Oktar ku weke serokê cemaetekî îslamî û semîtîst tê naskirin, di heman demê de serokê Weqfa Zanist û Lêkolînan e. Oktar bi mûrîdên xwe yên jinên nîv tazî navdar e, ku wan jinan dest ji jiyana malbatê berdane û timî li dora wî ne.
Mûrîdên Oktar wî weke “Mesîhê Axir Zemanê” binav dikin. Cemaet xwedî televîzyonekî ye, ku Oktar û mûrîdên wî li wir bername û şovan pêşkeş dikin.
Di vê navberê de piştî destpêkirina operasyonê yek jî mûrîda cemaetê, ku Ednan Oktar wan weke “pisîk” binav dike, li ser navnîşana xwe ya tora civakî bang li Serokê Tirkiyê Erdogan kir û daxwaza alîkariyê kir.
Wê mûrîdê ev operasyon weke “destwerdana dewleta kûr a îngîlîzan” binav kir.