Kapadokya dilê geştyariya Tirkiyê
Kapadokya (Rûdaw) - Tirkiye yek ji wan welatane ku gelek giringiyê dide sektora geştûguzarê û pişka wê sektorê di nav dahata Tirkiyê de derdora ji sedî 26 e û salane zêdetirî 40 milyon geştiryar seredana vî welatî dikin. Li Tirkiyê Kapadokya yek ji cihên giring ên geştyariyê ye û weke dilê geştiyariya wî welatî tê zanîn û salene zêdetirî 3 milyon geştyar serdana wê derê dikin.
Rêberê Geştiyaran, Recep Sari ji Rûdawê re dibêje: “Ev dere gelek cihekî xweş e. em nikarin pesna cihê xwe bi gotinan bidin, pêwîst e herkes were bi çavên xwe bibîne. Cihên gellek hêja û xweş hene.”
Kapadokya bi malperî, qedîmedêr û gelek taybetiyên xwe bala geştyaran dikişîne lê di van salên dawî de ji ewropî û eraban zêdetir, ji welatên Asyaya Dûr geştyar seredana vê muzaxaneya vekirî dikin.
Geştiyara jin, Yashila Tanj jî dibêje: “Gelek xweş e, Kapadokya gelekî balkêş e, ev cih bi sedema volkanan dirust bûye. Ez gelekî bi dîtina vî cihî dilxweş im, bi taybetî şikeft, xelk li vir jiyaye.”
Îsal herî zêde geştyar ji Hindastan û Îranê hatine Kapadokyayê û piştî hindî û Îraniyan jî çînî, koreyî û japoniyan betlaneya xwe li Kapadokyayê derbas dikin.
Yong Lee Hwa jî geştiyareke Koreyî ye û serdana Kapadokyayê kiriye, ew jî dibêje: “Ez Korî me, Kapadokya gelek ciwan û taybet e, Kapadokya ji şikeftên Koreya cuda ye.”
Goreme û Urgup weke du bajarên geştiyarî yên Kapadokyayê nêzîkî 4 saetan durî navenda paytextê Tirkiyê, Enqerê ne û di heman demê de li heremê balafirxaneyên ku geştên newdewletî dikin jî hene.