Pervîn Buldanê spasiya Erdogan û Bahçelî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldanê piştî danîna çekan a komeke gerîlayên PKKyê spasiya Recep tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî kir.
Îro komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Caseneyê çekên xwe danîn.
Di merasîma îmhakirina çekan de ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Rêveber a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.
Çekdanîna PKKyê di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê li çar aliyên cîhanê bi giringî hat şopandin.
Alîkara Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endama Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldanê têkildarî pêvajoya îmhakirina çekan a komeke gerîlayên PKKyê, spasiya Serokkomarê Tirkiyeyl Recep Tayyip Erdogan kir.
Di navbera Buldan û Erdogan de pêywendiyeke telefonî pêk hat.
Di pêywendiyê de di çarçoveya pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror" de îmhakirina çekan û rewşa dawî ya pêvajoyê hat nirxandin.
Di hevdîtinê de Buldan, ji ber piştgiriya wan a ji bo pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" ku Tirkiye jî wekî "Tirkiyeya Bê Teror" bi nav dike, spasiyên xwe pêşkêşî Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir.
Buldan, bi şewitandina çekan re kêfxweşiya xwe ya ji bo birêveçûna serkeftî ya pêvajoyê anî ziman.