Li Enqereyê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Etimesgutê ya Enqereya paytexta Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 3,2 pileyan çêbû.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), erdhejê saet 06:33an rû daye.

AFADê diyar kir ku kûrahiya erdhejê 4,68 kîlometre bûye.