Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku berpirsyariya wan a hevpar e ku rêzê li êşên her du aliyan bigirin û ji dîrokê dersan wergirin.
Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi destpêkirina civînên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê derbasî qonaxeke nû bû.
Ayşegul Doganê derbarê pêvajoya çareseriyê li ser hesabê xwe yê Xê peyam belav kir û got:
“Di heyama şer û pevçûnên nîv sedsalê de gelek ciwanên Kurd û Tirk canê xwe ji dest da.
Tirk be yan Kurd, leşker be yan jî endamê PKKyê be, di vê qonaxa dîrokî de ku 'biratiya hezar salî ji nû ve tê pênasekirin', rêzgirtina li êş û wergirtina dersê ji pêşerojê berpirsyariya me ya hevpar e.
Hêsirên çavên me hemûyan yek in.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê 5ê Tebaxê civîna xwe ya yekem û 8ê Tebaxê jî ya duyem li dar xist.
#VÎDEO - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 11, 2025
🎙️ ❝Divê em rêzê li êşên leşker û endamên PKKyê bigirin❞#PKK pic.twitter.com/vkVecMk4EX
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse