3 endamên nû yên komîsyona parlamentoyê hatin hilbijartin
Hewlêr (Rûdaw) - 3 parlamenterên nû dê tevlî " Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya Parlamentoya Tirkiyeyê bibin ku dê xebatên yasayî yên li ser pêvajoya çekdanîna PKKyê bimeşîne.
Piştî ku Koma ÎYÎ Partiyê biryara xwe ya tevlînebûna komîsyonê ji Serokatiya Parlamentoyê re ragihand, di komîsyona sê kursî vala mabûn.
Piştî ku belavkirina kursiyan ji nû ve hat hesabkirin, ji AK Partî, CHP û DEM Partiyê re her yekê kontenjanek hat veqetandin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, ji AK Partî, CHP û DEM Partî xwest ku her yek navekî parlamenterekî diyar bikin.
Numan Kurtulmuş diyar kir ku divê nav heta îro saet 17:00an ji Serokatiya Parlamentoyê re bên şandin.
Navên ku ji bo kursiyên vala hatin diyarkirin jî eşkere bûn.
AK Partiyê Parlamenterê Denîzliyê û Serokwekîlê berê yê Komê Cahît Ozkan, CHPyê Parlamenterê Enqereyê Umut Akdogan û DEM Partiyê jî Parlamenterê Stenbolê Celal Firat wekî endam diyar kirin.