Bahçelî: Komîsyon dê bingeha Tirkiyeyeke bêteror amade bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ragihand ku “ewrên mijê yên li ser aştî, hêvî û biratiyê dê belav bibin”.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî li ser mijarên di rojevê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Bahçelî di daxuyaniya xwe de amaje bi bihêzkirina aştiya navxwe ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û ev yek wekî “bipêşketineke hêjayî pesindayînê” bi nav kir.

Bahçelî her wiha bal kişand ser civîna sêyemîn a komîsyonê ku dê sibe were lidarxistin û diyar kir ku komîsyon dê bi lihevkirineke berfireh û şêwirê bingeha yasayî, hiqûqî û siyasî ya “Tirkiyeyeke bêteror” amade bike.

Serokê Giştî yê MHPyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser şaredarên girtî û lêpirsînên ku tên meşandin û anî ziman:

“Divê Tirkiye bi lez û bez ji barê dozên hiqûqî yên ku li gelek qadan, bi taybetî li şaredariyan belav bûne, xilas bibe û di encamê de edalet bi temamî pêk were.

Bi dawîhatina betlaneya dadgeriyê re, divê nîqaş û pevçûnên bêbingeh ên derbarê darazê bi teqezî bi dawî bibin û lêpirsîn û dozên berdewam jî divê di demeke kurt de bên temamkirin ku ev yek ji bo demokrasiyê û ewlehiya hiqûqê pêşaniya me ye.”

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê civîna xwe ya sêyemîn sibe li dar bixe.

Hîn nehatiye eşkerekirin ka dê civîn ji raya giştî re vekirî be yan wekî civîna duyemîn girtî be.