Li Îzmîrê dayikekê 2 zarokên xwe dan ber kêran û xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dîkîliyê ya parêzgeha Îzmîrê jinekê piştî ku 2 zarokên xwe dan ber kêran xwe jî kuşt.

Li gorî îdîayan ji ber pirsgirêkên malbatî jina bi navê Havîn Gun, aqilê xwe winda kiriye û bi kêrê êrîşî her du keçên xwe yên bi navê Avşîn a 2 salî û Nevşîna 3 salî kir.

Havîn Gunê piştre bi heman kêrê dawî li jiyana xwe anî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê dayik û  her du zarokên birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Lê tevî hemû midexaleyan zaroka 2 salî û dayikê canê xwe ji dest da.

 Dermankirina Nevşînê didome û rewşa wê di metirsiyê de ye.