Erdogan: Derfetek derketiye holê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Ji bo ku em bi temamî ji terorê xilas bibin, ji bo Tirkiyeyê derfetek derketiye holê.”

Civîna Kabîneyê îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokkomariyê hat lidarxistin.

Civînê saetek û 40 xulekan ajot.

Erdogan piştî civînê  li ser rojevê daxuyanî da û behsa Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku ji bo pêvajoya çekdanîna PKKyê hatiye avakirin kir.

"Komîsyon gelekî bi qîmet e"

Erdogan bal kişand ser komîsyona nû ya li parlamentoyê û got:

"Di rêya armanca Tirkiyeyeke bê teror de gaveke din hat avêtin. Komîsyona ku bi beşdariya mixalefetê hat avakirin, ji bo ku parlamento xwedî li pêvajoyê derkeve gelekî bi qîmet e.

Em bi vê xwedîderketinê kêfxweş in Di her du civînên ewil de biryar bi yekdengî hatin dayîn ku ev hêviyê dide, em hêvî dikin ev tevger bidome.”

"Ev dewlet a 86 milyonî ye"

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi girîngiya yekîtiyê kir û got:

"Di mijarên niştimanî de nîşandana helwesteke niştimanî, erka saziya siyasetê ya li hemberî milet e.

Ev dewlet a her 86 milyon endamên vî miletî ye. Em dê teqez bigihîjin armanca xwe ya Tirkiyeyeke bêteror û nîşan bidin ku fedakariya şehîd û gaziyên me yên qehreman belahewa neçûye.”

"Derfetek derketiye holê"

Erdogan diyar kir ku ji bo çareseriyê derfetek derketiye û hişyarî da:

"Ji bo ku em bi temamî ji terorê xilas bibin, pencereyeke firsendê vebûye. Webalê têkbirina vê yekê wê giran be.

Hêvîdar in hêviyên ku şîn bûne nebin qurbana siyaseta rojane."