Însiyatîfa Heq: Zimanê Kurdî li Bakur ber bi mirinê ve diçe

Enqere (Rûdaw) - Însiyatîfa Heq ku saziyeke sivîl e û giringî bi parastina zimanê Kurdî dide, dibêje sal bi sal rêjeya axavtin û nivîsîna bi Kurdî li Bakurê Kurdistanê kêm dibe, bi taybetî nifşên nû êdî gellek kêm bi Kurdî dixavin. Berpirsê saziyê jî dibêje:“Li Bakurê Kurdistanê Kurdî êdî ber bi mirinê ve diçe em jî dixwazin rewşê careke din bixin ber çavan.”

Li gel destpêka sala nû y a xwendinê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mijara zimanê Kurdî careke din di rojevê de ye û aliyên peywnedîdar jî dibêjin, li Bakurê Kurdistanê axavtina bi Kurdî sal bi sal kêmtir dibe.

Xebatên çend sazî û rêkxistinan jî ji bo başkirina rewşa zimanê Kurdî berdewam in. Yek ji wan saziyan, Însiyatîfa Heq e, ku vê saziyê dest bi kempînekê ji bo parastina zimanê Kurdî kiriye. Rêveberekê vê saziyê jî dibêje, Kurd ji zimanê xwe hez dikin lê pê naaxivin.

Berpirsê Însiyatîfa Heq, Reha Ruhavîoglu ji Rûdawê re ragihand: “Di nava civakê de problemek heye ew jî ev e ku civak ji kurdiyê ji ziman hez dike lê xeber nade û haya pir kesan jî ji rewşa wan tine ye. Li Bakurê Kurdistanê Kurdî êdî ber bi mirinê ve diçe em jî dixwazin rewşê careke din bixin ber çavan.”

Li gorî rapirsyeke kompanyaya rawest jî li Bakurê Kurdistanê rêjeya kesên ku bi Kurdî dixwînin û dinvîsinin, ji sedî 18 ye, rêjeya kurdên ku tenê dikarin bi Kurdî biaxvin ji sedî 26 û rêjeya kurdên ku ji zimanê Kurdî fêm dikin lê nikarin biaxivin ji sedî 24,5, rêjeya kurdên ku tenê çend peyvên Kurdî dizanin jî ji sedî 14, 5 e, ku ew rêje bi zelalî metirisya li ser zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê nîşan didin.

Kêmxwendina bi Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bandora xwe li weşanxane û pirtûkxaneyan jî dike û herwiha hejmara kurdzimanan jî sal bo sal kêmtir dibe.

Nurcan Aktay li Enqerê, xwediya pirtûkxaneyekê ye. Ew dibêje: “Di gellek beşan de weke edebiyat, dîrok, huner û muzîk, li cem me pirtûk hene, di heman demê de em kursên ziman jî didin, lê mixabin elaqe gellek kêm e û ne bi dilê me ye.”

Li dibistanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mafê xwendekaran heye ku heftiyê du saetan dersa Kurdî bixwînin. Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê amarên di derbarê xwendina bi zimanê Kurdî de, ji bilî sala 2015an ku ew jî 77 hezar û 931 xwendekar bûne, belav nake.