Li Enqereyê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kalecîkê ya Enqereya paytexta Tirkiyeyê erdhejeke  bi hêza 4,1 pileyan çêbû.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Kalecîkê ya Enqereyê erdhej çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 08:24an çêbûye û hêza wê 4,1 pile ye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 11,08 kîlometre ye.

Li aliyê din, derbarê hebûn an nebûna zererên erdhejê de heta niha ti agahî nehatine belavkirin.