TIRKIYE - 666 koçber û 52 qaçaxçî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 666 koçber û 52 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku hêzên ewlehiyê doh li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî qaçaxçitiya koçberan operasyon kiriye.

Bi gotina Alî Yerlîkaya 666 koçber hatine desteserkirin.

Di operasyonan de nasnameya 402 hezar û 98 kesan hatiye kontrolkirin û 52 kes jî bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan hatine desteserkirin ku 14 ji wan biyanî ne.

Operasyona ku 8 hezar û 929 tîm û 28 hezar û 63 karmendên ewlehiyê beşdar bûn li 5 hezar û 842 cihan hat kirin.

Alî Yerlîkaya her wiha got ku ew dê koçberan vegerînin welatên wan û wan xebatên vegerandinê jî dane destpêkirin.