Devlet Bahçelî li ser provokasyonan hişyarî da: Rojên pêşiya me...

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoyê diyar kir ku pêvajo gav bi gav berdewam dike û hem li navxwe û hem jî li derve egera provokasyonan heye.

Bahçelî bêyî ku nav bide, rexne li bangawaziya Serokê CHPyê Ozgur Ozel a derketina kolanan girt û got ku ew dixwaze aloziyê çêbike.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îro li ser mijarên di rojeva Tirkiyeyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Devlet Bahçelî amaje pê kir ku di pêvajoya çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê de gavên bihêz û wêrek tên avêtin û hinek hêz hene ku dixwazin vê pêvajoyê têk bidin.

“Divê em hişyar bin”

Bahçelî hişyariya provokasyonan da û got:

“Gelê me ji bûyerên ku qewimîne, gelekî bi fikar û birîndar e.

Dema ku em di rêya Tirkiyeyeke bêteror de bi gavên xurt û wêrek bi pêşve diçin, divê tehemûl ji bo wan kesan neyê kirin ku hewl didin aramî û asayîşa neteweyî xera bikin, li lawaziyan digerin û li navxwe û derve ji bo dijminan kar dikin.

Rojên pêşiya me ji her cûre provokasyonê re vekirî ne. Yên ku banga 'îteatiya sivîl' dikin yên ku bê şerm di medyaya biyanî de li dijî Tirkiyeyê daxuyanî didin ku jiyanê rawestînin li dû provokasyonan digerin.

Divê van rojan em di her astê de hişyar bin, bi tedbîr û temkîn tevbigerin û li hemberî êrişên dijminên navxweyî û derveyî berxwedaneke siyasî, hiqûqî û neteweyî nîşan bidin.”

Bahçelî her wiha bal kişand ser medyata civakî û hişyarî da ku bi “dijminên Tirkiyeyê” re têkoşîn bê kirin û rê neyê dayîn ku aramiya Tirkiyeyê têk bidin.