CHP û Kongreya Stenbolê: Dadgehê red kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Cezayan a Asliye ya 3yemîn a Enqereyê, doza betalkirina Kongreya Bajêr a Stenbolê ya CHPyê ji aliyê esasê ve red kir.

Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 45emîn a Stenbolê, Kongreya Bajêr a Stenbolê ya CHPyê betal kiribû û rêveberiya di bin serokatiya Ozgur Çelîk de ku di encama kongreyê de hatibû ser kar, ji wezîfeyê dûr xistibû.

Ji bo Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHPyê jî bi awayekî demkî Gursel Tekîn wekî qeyûm hatibû destnîşankirin. 

Alîkara Serokê Giştî yê CHPyê Gul Çîftçiyê derbarê biryarê de ji Halk TVyê re nirxandin kirin û got:

"Biryara tedbîrê ya tayînkirina qeyûm ku Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 45emîn a Stenbolê bi awayekî neheq û bêusûl dabû, bi xweber ji holê rabûye."

Çîftçiyê wiha berdewam kir:

"Niha divê Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 45emîn a Stenbolê bi xweber vê biryarê rake.

Ev jî tê wê wateyê ku ji aliyê Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 3yemîn a Enqereyê ve hat tesbîtkirin ku di Kongreya Bajêr a Stenbolê de ti pirsgirêk nîne, her tişt li gorî usûlê ye, her tişt şefaf e û 'şaîbeyek nîne'."

"Erkê qeyûm ji niha û pê ve betal tê hesibandin"

Wê li ser pirsa ka gelo ev biryar dê Stenbolê jî girê bide yan na wiha got:

"Bê guman dê girê bide. Biryara tedbîrê tedbîreke demkî ye. Li vir biryareke ku ji aliyê esasê ve hatiye dayîn heye.

Ango, dadgeh dibêje 'min darizandin kir, min delîl kom kirin û min delîlek ji bo qebûlkirina vê dozê nedît'.

Biryareke ku ji aliyê esasê ve hatiye dayîn, biryara tedbîrê ya dadgeheke din a bêdesthilat ji holê radike.

Erkê qeyûmê ku ji xwe re digot desteya demkî, ji niha û pê ve betal tê hesibandin. Niha di rewşeke wisa de ye ku wezîfeyeke wî nîne."

Çi bûbû?

Di Kongreya Bajêr a Stenbolê ya CHPyê ya ku 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan hatibû lidarxistin de, Ozgur Çelîk wekî serokê bajêr hatibû hilbijartin, lê piştî kongreyê îdiayên ku "di dengdanê de hîle hatiye kirin" derketibûn holê.

Birêvebiriya Çelîk ji kar hatibû dûrxistin

Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya 45emîn a Stenbolê biryar dabû ku Ozgur Çelîk û birêvebiriya heyî ji kar bên dûrxistin.

Biryar hatibû dayîn ku 196 delege bi awayekî tedbîrî ji wezîfeyê bên dûrxistin û her wiha pêvajoya kongreyê ya ku dimeşiya jî hatibû rawestandin.

Dadgehê biryar da ku desteyeke demkî ya ku ji Gursel Tekîn, Zekî Şen, Hasan Babacan, Mujdat Gurbuz û Erkan Narsapê pêk tê, bi awayekî tedbîrî ji bo bikaranîna desthilatên Serokatiya Bajêr, Lijneya Birêvebir a Bajêr û Lijneya Dîsîplînê ya Bajêr a Partiya Gel a Komarî were wezîfedarkirin.